
Padîşahê bajarê Palê û başwezîrê xwe li nav xasbaxçe rûniştine, derdên xwe ji hev re dibêjin. Her du jî kordunde ne, teled û weledê wan tune ne. Çiqas li cem şah, ewliya, enbiya û şêxan digerin jî Xwedê Teala ne ewledan dide wan; ne ji wan çêdibe û ne jî ji pîrekên wan çêdibe. Dibê her du di nav xasbahçe de rûniştine, ji xwe re derdên xwe dibêjin; wezîr ji padîşah re got:
- Padîşahê min, Xwedê emrê te dirêj bike, ji vî derdî re dermanekî bibîne, tu çareya me tune ye?
- Lawo ez ê çi derdî ji vî dermanî re bibînim, tu çi dermanî ji vî derdî re bibînî çareya me ew e, em li cem şêx û ewliyayan û enbiyayan digerin. Em li cem tixtoran, remildaran, kîtaban, xirûfan dixwînin, teled weled ne ji me çêdibin ne jî ji pîrekên me çêdibin. Erdek hişk û ezmanekî bilind, ka em ê çawa bikin? Wele îro ji pîrekên me çênebûna me yê ji xwe re pîrek bianîna, wê Xwedê bida. Ji me çênebûna îcab dikir me pîrekên xwe berda, ew ê jî ji xwe re bi miradê xwe û bi ewladên xwe şa bibûna. Îcar tu çareya me tune ye. Em ê çi çareyê bibînin? Wî wer digot, wezîr got:
- Padîşahê min; Xwedê emrê te dirêj bike, lazim e ji vî derdê me re dermanek hebe. Welehîn dermanê me Xwedê ye.
Hîn wer digot bala xwe dayê derwêşekî serê xwe di ber wan re deranî, nizanin ji kîjan hêlê ve dihat. Bala xwe danê got:
- Eselam û eleykum ya derdo!
Hema padîşah li ber qam bû, got:
- Eleykumeselam ya dermanê derd.
- Tu ji ku derê dizanî ez ji derdan re derman im?
- Kesê bi derdê mirov dizane, miheqeq bi dermanê derdê mirov jî dizane.
- Wele heqê te jî heye.
Derwêş destê xwe avêt berîka xwe, du sêv derxist, yek da wezîr yek da padîşah, got:
- Bibe malê bike du perçe, perçeyekî hûn bixwin, perçeyekî jî bila pîrekên we bixwin. Piştî wê Xwedê Teala teled û weled, zarok da we, Xwedê li we hat rehmê, tu navan li wan zarokan nekin heyanî ku ez têm, ez ê navan li wan bikim.
Padîşah got:
- Hay hay.
Padîşah jî destê xwe avêt berîka xwe, yan baxşîşekê yan jî tiştekî bidê, bala xwe dayê derwêş ji ortê wenda bû. Nizanibû bi ku de çû jî. Her du yan li hev nihêrî û gotin;
- Ev xeyal bû, ev xenw bû, ev çi derd bû? Padîşah got:
- Ha wezîr.
- Ha Padîşah!
- Wezîr qet serê xwe neêşîne ji vê meseleyê re. Em ê herin malê, me her du yan jî gelek dermanên wiha xwariye. Ev jî sêvek e, hema em dikarin bibêjin me ji baxçeyê xwe jî sêv jê kir. Em ê herin malê perçeyekî bixwin û perçeyekî jî bidin pîrekên xwe.
Çûn malê, her yekî perçeyek xwar û perçeyek jî dan pîrekên xwe. Neh mehên wan qediya, Xwedê Teala li wan hat rehmû û qîzek da padîşah, lawek jî da wezîr. Ev keçik û lawikê hanê pênc salî bûn lê padîşah tu nav li wan nekir. Rojekê wezîr li ber padîşah selam da, got:
- Padîşahê min, Xwedê emrê te dirêj bike. Heger vana lawê şivanan bûna, zaroyên gavanan bûna, yê selwanan bûna jî rojek, dudu, deh, panzdeh, bîst, çil… Vana pênc salî bûne, ew ê xwe nas bikin, ka ew ê xwe bi çi navî nas bikin, ka mirov wê bi çi navî bangî vê keçikê û vî lawikî bikin.
Ê got:
- Lawo werê ye, te dît Xwedê li ser wechê derwêş li me hat rehmê, ka me got heta bê, te dît got heta ez neyêm tu navan lê nekin. Îcar piştî ku ew nehatiye me li hêviya wî hiştiye.
- Xwedê emrê te dirêj kiro, derwêş heye tune ye, bê neyê, di bîra wî de ye ne di bîra wî de ye, hal çi mesele ye? Hema ew jî peyvek bû, derbas bû.
- Dibe. Ê te law e, ya min qîz e, ka em ê çawa bikin?
Serê sibê rabû ji xwe re nanekî muazem danî, bang kir çend camêrên mîna haziran, hevalên xwe. Hatin ser nan, nanê xwe xwarin, destê xwe şûştin, nên dike biqede, Padîşah ji Padîşah ve xuya ye, ji kesî ve ne xuya ye. Padîşah bala xwe dayê ku yek li devê derî ye. Derwêş bi wî qil û qiyafetê xwe got:
- Eselam û eleykum derewîno!
- Eleykum weselam derenghatiyo!
- De navê lêwik bikin Tahar û navê keçikê jî Zahar. Bêyî hev nedin kesî, bi xatirê te.
Nanê xwe xwarin, gotin:
- De hûn dizanin derdê me çi ye?
- Derdê we çi ye? Xwedê xêr bike.
- Cimaet, du nav ketine serê min, hela bê dikevin serê we jî?
- Xêr e?
- Ez dibêjim hema ez ê navê keçikê bikim Zahar, navê lêwik bikim Tahar.
Fatîhaya xwe xwendin, gotin:
- Welehîn ev navan navinî xweş in.
Bangî Ereb Xoce kirin, Ereb xoce anîn meydanê, got:
- Ereb Xoce!
- Hê!
- Li medreseyê, li mektebê çi xwendina te, çi îlima te hebe tu yê rê van zarokan bidî. Lixwekirina te, xwarina te gişt li ser min, lê ku ez rojekê van zarokan îmtihan bikim û bibînim ku ev zarok paşve ne ez ê serê te jê bikim.
- Hay hay.
Bi çil û çar wezîrên meclîsê, bi Padîşahê bajarê Palê îmze kirin û her du zarok avêtin ber xwendina Ereb Xoce. Çi îlim û bîlîmê wî hebû hînî wan kir. Heft salê wan qediya, rojekê her du zarok îmtihan kirin, paşê bala xwe dayê ku Taharo pir pêşve ye, Zaharê pir paşve ye. Bangî Ereb Xoce kir got:
- Ereb Xoce, Xwedê emrê te dirêj bike, vaye ewraq û vaye nivîs; me di navbeyna xwe de gotibû çi lixwekirinên te, xwarina te, derdê te hebe li ser min; ez ê van zarokan îmtihan bikim, eger kêm bin ez ê serê te jê bikim.
Hema Ereb Xoce pêre bersiva wî da got:
- Werê ye padîşahê min, Xwedê emrê te dirêj bike. Taharo bi biratiyê li Zaharê dinihêre. Zaharê bi eşq e, dilê wê, eşqa wê ket ser dilê Taharo. Tu sed salên din jî rê Zaharê bidî, Zaharê tu car çênabe, heta ku tu wan ji hev du neqetînî.
Mele got; “heta serê min bixwe, bira serê wî bixwe…”
Gava ku wer got, ne galgala padîşê hat bîra wî û ne jî galgala derwêş. Kîn ji Tahêr girt û Tahêr ji mektebê derxist û mala Tahêr nefî kir. Ji bajarê Palê bar kir bajarê Mûsilê. Bavê wî, eqrebayên wî, mala wî kes li bajarê Palê nehişt. Xulqê Padîşah teng bû û padîşah li Tahar hat xezebê. Her du bi hev hesiyan. Taharo jî îdî eşqa xwe bera ser Zaharê da. Zaharê jî eşqa xwe berê jî bera ser dabû, eşqa wan hîn zêde bû. Derdê wan zêde bû.
Lê de bivê bivê lê rindê bivê
Lê de bivê bivê bivê lê zarê bivê
Lê de bivê bivê lê sebrê bivê
Lê lê zarê Xocê Xizir siwarê bozê hatî li pişta qubê
Lê bira li min û te derkeve lê stêrka sibê
Bira derdê dinyê dilo kes nebîne ji me re bibê
Lo de banî banî lo dilo banî
Lo de banî banî banî lo derdo banî
Hey de banî banî lo Taharo banî
Xaliqê alemê ji me re qerez danî
Hêstirkên Zarê diherikin nola lo çem û kanî
Xwedêyo te di nava heşt hezar alem de li bajarê Palê lo Têhir anî
Te kirasê derd û kula kir hustê min o lo wî datanî
Taharo ez bi heyrano ez xaskevok im lo tu segman î
Germek havînê gava lo li min danî
Lê lê Zarê ez bi qurban Zarê vaye Tahar kanî
He lo ka lo lo derdo Tahar kanî
Lo lo dilo ku ez nemînim Tahar kanî
Lê de nabe nabe nabe Zarê nabe
Lê de nabe nabe nabe lê rindê nabe
Hey de nabe nabe lê Zarê nabe
Li çolê maye diqehire lê razî nabe
Bira ji derdê dila xwe ragire lê dilê rabe
Xwedê miradê min û te neke kindîra min bi dar da be
He lo hey lo derdo min bi dar da be
Lo de banî banî lo Taharo banî
Lo de banî banî lo Taharo banî
Hey de banî banî lo derdo banî
Xwedayê alemê lo ji me re lo qeres danî
Bila Xwedê kulkê têxe mala Padîşê
Ewraqê sirgûnlixa tê lo be derdianî
Dilo ez nebînim ji hev qetiyanî
He lo xeyro lo derdo lo ji hev qetiyanî
Lo dilo ku ez nemînim ji hev qetiyanî
Lê de birin birin lê Zarê birin
Lê de birin birin lê rindê birin
Ma ne te ji bajarê Palê dilo lo bar dikirin
Berê te da bajarê Mûsilê lo nefiya kirin
Hey lo ka derdo nefiya kirin
Zarê digot Taharo ez bi qurbano
Mûsil bişewite nizam ne havîn e lo ne bihar e
Taharo ez bi qurbano Mûsil bişewite lo ne tu war e
Dilê min evdalê ji te’r nabe bi ro germ e lo bi şev sar e
Galgala Xocê Xizir siwarê bozê ji me re lo bê qirar e
Hey lo hey lo ka derdo bê qirar e
Taharo ez bi qurbano êvar e keremke dîsa lo were malê
Ez ê cilê delalê dilê xwe bişom bi ava lo germ û sar e
Seba Taharê delal min ne îş e ne emel e lo min ne kar e
Mana bajarê Palê seba Taharê delal ji min re pir zirar e
Hey lo de hey lo derdo pir zirar e
Lo dilo ku ez nemînim pir zirar e
Lê dilê lo mi dibê ye
Hêstirkê Zarê diherikin
Nala çem û kaniya xwe berdaye lo serê rê ye
Zarê qonax kir li kenarê cehdê lo li berê rê ye
Lê belê bi çavê şil û bi derdê mezin
Mektûb nivîsî û ketî derê lo pencerê ye
Ji bo karwanê Mûsilê dilo bêyo ku ez bidêye
Hey lo ku hey lo dilo ku ez bidê ye
Lo dilo ku ez nemînim ku ez bidê ye
Lo ke derdo ez bidê yê… û ax ayyyy
Zarê karwanê Mûsilê dilo lo ji wê de tê ye
Zarê mektûb rakir û xwe berda kenarê cahdê lo perê rê ye
Karwanbaşî komît û teftîş daye lo gişt xelkê ye
Zarê ketiye li dora başbazirgên lo dihere û tê ye
Başbazirgan jî siware lo hespkî çê ye
Zaharê got mektûba te ez bidim vî başbazirganî
Ez keçik im ditirsim ji navê min re lo xerab bê ye
Zaharê cardin mektûba te yê vegerand qesrê qonaxê ye
Ma karwanê Mûsilê tê zîvirî lo ketî rê ye
Hey lo ku hey lo derdo ketî rê ye
Zarê got Taharo ez bi qurbano
Mûsil bişewite lo mêwê tirî
Mi qonax li kenarê cahdê li perê lo rê çêkirî
Min bi çavê şil û derdê mezin mektûb ji te re lo yazmîşkirî
Karwanê Mûsilê dilo hat û di mi ra bihurî
Bira li dilê te eyan be seba min mektûba te neşandî
Ku hat hundirê qesr û qonaxê
Dihere û tê dilo ku ez nemînim didim girî
Lê Zarê qe bira lê dil tune ba
Lê rindê qe bira lê dil tune ba
Qe bira mala me cîranê mala bava
Dîwarê navbêna me her da dilo xera biba
Sibê êvarî çavê min li bejna te ba
Uzraîlê mirinê li ser canê nazik xuya bibûya
Rebî emrê mi çiqa ba mirina mi wê royê li beriya te ba
Hey lo lo derdo beriya te ba
Hey lo lo ki ez nemînim beriya te ba
Lê dilê min lo dibê ye
Gava vê galgala wer dibê yo
Çavê çelengê şebabê mehbûbê maye li serê rê ye
Zarê bala xwe didê qantirkê derketiye lo perê rê ye
Heger feqîrekî rahiştiye lo serê wê ye
Zarê got qantir jî şûna lo mektûbê ye
Mektûba te yê rakir xwe berda kenarê cahdê lo perê rê ye
Zarê got xanciyo ez ketim bextê lo te û Xwedê ye
Gelo tu yê berê xwe bidî lo kî derê ye
Got xwengê ma ez dikim berê xwe bidim bajarê dilo Mûsilê ye
Lê xanciyo dilê lo min dibê ye
Mektûbik mirovkî min heye li bajarê Mûsilê
Ez vê mektûba bi te dim tu yê bidê ye
Ne qaçaxa ez ji te’r bixwînim ne kaxizekî dewletê ye
Lê qantir jî bi sê niga ye topal e
Nigê wê nakeve ser kevirê lo perê rê ye
Lê belê qantir jî dilo kirêçiya xelkê ye
Lê belê hêstirkê Zarê îro çar roj pênc roj jor de tê ye
Zarê got ya Rebê uzetê dengê min tê
Tu li kesî danînî kirasê tunebûnê gumlekê yoxsûliyê ye
Hey lo hey li ku derdo yoxsûliyê ye
Zarê digot Taharo ez qurbano wez baqilim lo ne jî dîn im
Zarê destê xwe li beriya paltoyê lo xwe dixîne
Sed û pêncî zêrî li destê qantêrçî datîne
Qantirçî qantir li wê derê berda
Bazda mazatê hespkî lo baş distîne
Mektûba Zarê lo beriya xwe datîne
Lê got xwengê dilê mi dibê yo
Gava ez berê xwe bidim bajarê lê Mûsilê ye
Ez ê nebêm vê mektûba dilo ku ez nemînim da kê ye
Lo de yane yane lo dilo yane
Ha de yane yane lo derdo yane
Ha de yane yane lo dilo yane
Derdê mi ji terefê Xwedê lo pir giran e
Ne îlac û ne dixtor û lo ne derman e
Gava tu gihaşt bajarê Mûsilê lo bi ferman e
Bibê qonaxa Taharê nefiyakirî dilo ma kîjan e
Hema qantirçî xatir ji Zaharê xwest û dilo lo da nigan e
Gîhaşt bajarê Mûsilê dilo lo bi ferman e
Bala xwe dayê çend gencê bira lo li hev civiyane
Got gelî genca wez ketim bextê lo we Xwedan e
Hûn ê rê min bidin qonaxa Taharê nefiyakirî lo ma kîjan e
Bi hurmetê çava ez nemînin dilo nîşan dane
Qantirçî serê xwe bera nav her du çongê xwe didan e
Bi devê qonaxê ket got Taharo kulê te pir in derdê te lo giran e
Gava vedikir devê mewziya kulan û derdan e
Taharo hebkî xwe ber bi masê lo ku didane
Got Taharo ez bi heyrano banî dilo banî
Hêstirkê Zarê diherikin nola zîro xwe berdaye çarpê rê mîna lo çem û kanî
Bira mizgîna min li te be Zaharê mektûbek yazmîş kir û min ji te’r anî
Ez ê bajarê Palê ketim lo wê bigir e
Seba te qonax li kenarê cahdê perê lo rê çêkire
Bi çavê şil û bi derdê mezin mektûp ji te’r yazmîş kire
Ji bo karwanê Mûsilê bêyo lo tê’r bibuhure
Vaye mektûba Zaharê bi mi re ye hazir e
Gava ku mektûba Zarê pêş wî kire devê zerfê vedikire
Xet û yaziyê Zaharê lo nas dikire
Mektûba Zarê duqat kir û di beriya xwe ra kire
Bi destê qantirçî girt hilkişiya daîra tapû mamûrî
Qonaxa mezin seba mizgîna mektûba Zarê ser qantirçî tapû kir in
Lê Zarê qe bira lê tu tune ba
Lê rindê qe bira lê tu tune ba
Qe bira mala me cîranê mala we ba
Dîwarê navbêna me herda dilo xera biba
Sibê êvarê çavê min li bejna te ba
Ezraîlê mirinê li ser canê nazik xuya biba
Xwedo emrê min çiqa ba
Mirina mi wê royê li beriya te ba
Heyla hey lo derdo beriya te ba
Lo lo lo dilo ku ez nemînim beriya te ba
Taharo mektûba Zaharê xwend ku Zaharê dibê “Taharo, ez gelekî silavan li te dikim. Heger ez di şûna te de bûma, ez nedisekinîm. Çimkî tu ne girtî yî û tu ne girêdayî yî û tu ne di qeyd û lela de yî. Tu nefiya bûyî ji vê derê. Ê ma qey hema tu yê li bajarê Mûsilê bijî?” Taharo aqil û sewdayê naşî berda û wek pêxwasa da niga û got “Kê der ji min re bibe jî bajarê Mûsilê nema ji min re dibe” Berê xwe da bajarê Palê, saet di dora dozdehê şevê de bi sîleh li ber qesra Zaharê sekinî, got:
- Ha Zaharê! Zaharê, ha Zaharê!
Dibê bû zîkê zîkê nobedaran, hinekan gotin:
Min girt. Hinekan gotin:
Em bibin.
Ew girtin birin.
Em îcar werin ser Zaharê; Zaharê, wek tu şîşeke sor li guhê wê bixî, ji xew çeng bû û guhdarî kir nema deng hat. Zaharê li dora qesr û qonaxê çû hat, tobe heram be ne reş dît, ne însan dît. Fikirî, got “Ya Rebê uzetê, ev xewn bû, ev xeyal bû, ev derd bû, ka ev çi bû?” Bû kuleke mezin û derdekî bê serî û ket ser dilê Zaharê. Weke heft sal berê, zemanê ku mala Taharo çawa ji hinda wê bar kiribû derdekî ji wî jî bêhtir bi ser de hat. Got ev deng dengê Taharo be ka çer bû. Winda bû, hinekan bir, hinekan kuşt, gelo ew bû gelo ne ew bû, xeyal bû? Zaharê bi vî awayî di dilê xwe de dibêje.
Em ê bînin ser Tahêr; nobedaran gotin:
- Navê te çi ye?
- Wele ez navê xwe nizanim!
- Navê diya te bavê te?
- Welehî ez nizanim!
- Gundê te, tu ji kê derê yî?
- Welehî ez nizanim!
Himamvanek nêzîkî wan bû, hatin gotin:
- Wele me yek girtiye ne navê xwe dizane, ne navê diya xwe dizane, ne navê bavê xwe dizane, ne navê gundê xwe dizane. Em nikarin nan û avê bidinê. Tu ji xwe re nabî? Bi wî, qeselê, kayê bavê bin qazanan, bira qazanan germ bike, ji bo himamê avê li lûleyan belav bike. Tu ji xwe re nabî?
- Ma belaş e û mirov e, wele delal e ku hûn bidin ez ê bibim.
Taharo da destê himamvan. Himamvan bala xwe dayê emir çardeh panzdeh filan e, hey nûr ji wecha dibare. Nuh kuliyên simbêlên wî çêbûne û neynûkên wî jê kir û ew bir berber. Qatek çekên zabitan lê kir, qatek çekên temîz, gumlegê gewr bi ser de berda. Îsqarpînek kir nigê wî. Ji dil nehat, ew nekir ber agir.
Lê kêf dikir. Sê dan sê dan xwarina xwe dixwe. Li hundirê himamê qîz û bûk di ber de diherin, çirkîn ji qondereya wî tê, porê wî qelibandî ye, gumlegê gewr bera ser qatê cilan daye, ahîna dilê Têhir Zaharê ye.
Em ê bînin ser Zaharê; her kesek û koma xwe heye. Koma Zaharê sê cêriye bûn. Zaharê got:
- Gelî cêriyan!
- Hê!
- Ji bo Xwedê ez ê ji we re tiştekî bibêjim; ez keçika Padîşah im. Cara bi canê xwe ve li himamê rûneniştime. Lê himama li ser riya geliyê Mûsilê ev îro sê, çar roj berê wek xewnekê, wek xeyalekê, wek dengekî, wek sewtekê tê guhê min du-sê dengan dibêje; ‘Zaharê’ û min tu tiştek nedît. Û ev kedera Taharo ketiye ser dilê min, şax vedaye, ez dikim û nakim ne hewiya min tê ne debara min tê. Divê ez we du cêriyan bidim kêleka xwe û berê xwe bidim himama ser riya geliyê Mûsilê. Ez ê wiha hinekî li dora rê binihêrim, li rêçên Tahar, li şopa Tahar, li mala wî. Qene hilma min fireh dibe, fîkîna bayê xerbî jî bê û dûxan ji erdê rabe û xelk jî wê bibêje qey Zaharê bi cêriyên xwe re dihere himamê. Lê ez narim himamê. Fikra min ne himam e, fikra min riya Mûsilê ye û Taharo ye. Hûn jî li qisûrê nenihêrin lê hûn jî bi min re bin.
- Hay hay, hay hay.
Her du cêrî ketin milê rastê û çepê û keçika Padîşah dike berê xwe bide himamê. Bejna xwe didê ber çerxê ber dûzanê, a li vê derê, a li wê derê hew dît li himamê qewimî. Zaharê got:
- Gelî cêriyan!
- Hê.
- Gundiyên me li himamê bin. Em bên nêzîkî himamê û em vegerin, belkî ji bavê min re bê gotin, weke meseleyek, tiştek tê de hebe. Ka em ê herin hundirê himamê, hey gundiyên me tê de hebin em mecbûr in em xwe bişon û gundiyên me tê de tune bin em ê herin himamê rûnên, çayekê vexwin, ji xwe ez tu car neçûme himamê û em ê rabin.
- Baş e.
Derbasî hundirê himamê bûn, himamvan got:
- Çayvan ji van xaniman re çayê bîne.
Wexta ku Taharo sê qedeh çay anî danî ber Zaharê û cêriyê wê wek tu bi pozê Zaharê bigirî û ruh di dev re bavê got “gelo xort di rengê xortan de hene? Gelo însan di rengê însanan de hene? Ji nû ve kul û derdên min serî dan. Ez niha bibêjim gelo tu ne Taharo yî? Gelo ew be ne ew be, gelo dibe nabe, gelo werê ye ne werê ye?”
Taharo jî hat û got “gelo qîz wek qîzan hene? Gelo ev ne Zaharê ye. Ez aniha bibêjim gelo tu Zaharê yî tu ne Zaharê yî? Gelo ew e ne ew e? Ka em ê çawa bikin.”
Her du jî hema wanî ne, hema di bin lêvan di ber hev didin. Taharo got; “Ma ez lawê başwezîrê bajarê Palê bim, girtin û berdana bajarê Palê bîst sal şûnde wê bi destê min biketa. Meseleya bavê û padîşah bê qîmet bû. Ez seba Zaharê wer tengezar bûm û wer bi çol û çepelan bi Mûsilê ketim. Ez ê dilê xwe li vêya jî rihet bikim hela bê ew e ne ew e.” Ez dibêjim belkî ew be, bibe nebe ez ê dilê xwe jê re vekim.”
Lê de banî banî lê derdê banî
Lê de banî banî banî lê dilê banî
Hey de banî banî lê sebrê banî
Lê lê çû hundirê himamê ji te re lê berdax anî
Tu yê pera pir bidî lê tu pê zanî
Lê lê qîzê tu keçika lê ji mala mezin
Ma çi ye berdaxê çayê di destê te de hazir
Eger tu yê xwe li hundirê himamê înkar nekî Zahar tu yî Tahar ez im
Lo qe hey lo derdo Tahar ez im
Lo qe dilo ez nemînim Tahar ez im
Lo Taharo ez qurbano şeva me xweşik e lo hîv helatî
Bira şewq û sera wê xwe neda dilo lo vî welatî
Ez bi qurbana rê û riya lo tê de hatî
Li bajarê Mûsilê çima mayî dilo lo dereng hatî
Ji bextê min û Taharê delal ku ez nemînim lo sorgul hatî
Lo ku heylo derdo sorgul hatî
Lo lo qe dilo ku ez nemînim sorgul hatî
Lo lo hey lo derdo sorgul hatî
Lê Zarê ez bi heyranê çima tu naçi cîkî tu nagirî
Lê dînê çima tu naçî cîkî tu nagirî
Bejna te nola sorgileke Mihemedî
Dilê mi evdalê Xwedê nola çemê Şax lê hat û lê hêwirî
Lê ya Rebê Uzetê ez ê tu dia nakim
Tu miradê kesî pê nekî sebra min î
Ey lo ku hey lo derdo sebra min î
Lo lo dil ku ez nemînim lo sebra min î
Lo lo ka heylo sebra min î
Taharo ez bi qurbano
Zozanê me bilind in lo berfê lê kir
Tu hoz û kerî nema law çi dest pê kir
Te berê xwe da bajarê Mûsilê dilo lo koç birê kir
Te temiya Zahara neçar lo te li kê kir
Hey lo ku heylo derdo te li kê kir
Lê Zaharê dînê bejna te zirav e wek minara lê li qarşî kelê
Lê tu çi bivê lê min got belê
Way Xocê Xizir siwarê bozê hatî lê li paş pencerê
Bê ji mi’r tîn çi galgalê lê çi xeberê
Qe bira bi hawara mi û te bê
Hesen û Husên şehîdê lê li Kerbelê
Tu ji bo dinya gewrik a derewîn înkar neke
Mi seba têla biska qirkê canê nazik min serê xwe dayê ber her belê
He lo he lo derdo ber her belê
Lo lo dilo qe ez nemînim ber her belê
Taharo wez kanîka lo devê çemo
Dilo wez kanîka lo devê çemo
Ê ma şewqa zêr û zîvê xwe daye hundirê himamê sifet û dêmo
Xweziya min bi dilê wî kesî li kêleka wî rûnêm kul û meraqê lo jê re bêmo
Îşê dinyê çi teres e li ser malê lo zînê kêmo
Hey la ku hey lo derdo zînê kêmo
Lê Zarê ez ji teyra teyrê hur im
Lê dînê qe ji teyra lê teyrê hur im
Baskê mi tune, qanatê mi weşiyaye nikarim ez bifirim
Eger mere dinya gewrik a derewîn qisûrê lê dinê pir e
Heçî li nav heval û hogirê xwe bi rastî rûnişt û şixulî
Xwedê Teala li erdê Şamê heşr û mêzînê dîn e
Erê wê bi per û baskê lê xwe bifire
Heçî bi heval û hogirê xwe bi rastî ronî neşixulîbe
Gava Rebê Uzetê li erdê Şamê heşr û mêzînê dîne
Xwedê Teala lê bê xişp û xezebê baskê wan tune
Qanatê wan weşiyane nikare lê êdî bifire
Weke barê kerê giran li dahşê li hev bizire
Hey lo gi hey lo derdo li hev bizire
Lê Zarê qe bira lê dil tune ba
Lê rindê qe bira lê dil tune ba
Qe bira mala me cîranê mala we ba
Dîwarê navbêna me her da dilo xera biba
Sibê êvarî çavê’m li bejna te ba
Ezraîlê mirinê li ser vê rê bisiya
Dengê’m bihata te mirin hebûya li berya te ba
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder